TR KU SO
FB X
Cîhan

Êdî Twitter reklamên siyasî belav nake

📅 31 cotmeh 2019 16:25

PeyamaKurd – Platforma tora medya civakî Twitterê, ragihand ku dê li gorî polîtîkaya xwe ya nû êdî reklamên siyasî belav neke.

Rêveberê payebilind ê platforma medya civakî Twitterê Jack Dorsey bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku dê li gorî polîtîkaya xwe ya nû êdî wê şîrketa Twitterê reklamên naveroka wan siyasî negire. Dorsey destnîşan kir ku ev biryar wê di meha mijdarê de têkeve meriyetê. 

— jack ??? (@jack) October 30, 2019

Tora medyayî ya Facebook jî di nav de gelek platformên medya civakî ji ber ku di demên dawîn de reklamên xelet ên siyasiyan didan dihatin rexnekirin.

Parve bike: