Efserekî Fransî li Iraqê mir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Iraqê di qezayeke trafîkê de efserekî Fransî jiyana xwe ji dest da û leşkerek jî birîndar bû.
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron şeva borî diyar kir, efserekî Fransî ku berpirsê rahênana hêzên çekdar ên Iraqê bû, di encama bûyereke trafîkê de dema li ser karê xwe bû jiyana xwe ji dest da.
Di daxuyanîya ku derbarê mijarê de hat dayîn de Wezareta Çekdar a Fransayê jî eşkere kir, di qezaya ku pêk hat de cerdevanê bi navê Baptiste Gauchot di encama derketina wesayîta wî ya ji kontrolê de bi giranî birîndar bû. Hate ragihandin ku Gauchot ê ku li nexweşxaneya Hewlêrê hatibû emeliyatkirin, tevî hemû mudaxeleyan nehat rizgarkirin.
Hat diyarkirin, leşkerê din ê bi giranî birîndar bûye jî li Nexweşxaneya Leşkerî ya Bexdayê tê dermankirin.
Qesra Elysée eşkere kir, Serokomar Macron bi xebera mirina leşkerê Fransî gelek xemgîn bûye.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Serok piştevaniya xwe ji gel û rêveberiya Iraqê re dubare kir û tekez kir, Fransa dê berdewam be li ser karê xwe ligel Iraqê û perwerdekirina hêzên xwe yên çekdar ên dijî terorê."