Ehmed Şara: Wê mafên Kurdan bikevin destûrê
PeyamaKurd - Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera li bajarê New Yorkê beşdarî paneleke Encûmena Atlantîkê bû û ragihand ku mafên Kurdan û perwerdeya bi zimanê Kurdî dê bi awayekî fermî bikevin nav destûra nû ya Sûriyeyê.
Şera di axaftina xwe de destnîşan kir ku Kurd beşekî sereke û resen ê civaka Sûriyeyê ne û piştî sedsalekê cara ewil e mafên çandî û zimanî bi vî rengî tên naskirin.
Wî her wiha anî ziman ku li wan herêmên ku piraniya şêniyên wan Kurd in, perwerde dê bi zimanê Kurdî be û Fermana 13emîn dê bibe beşek ji destûra nû.
Di axaftina xwe de li ser mijarên din jî sekinî, Şera diyar kir ku ew pergala kotayê li Sûriyeyê naxwazin ji ber ku ew ê welêt li ser bingeha nijadî û olî parçe bike.
Derbarê pêwendiyên herêmî de, wî anî ziman ku têkiliyên wan ên bi Herêma Kurdistanê û Iraqê re gelekî baş in û bal kişand ser projeyeke stratejîk a boriya petrolê daku ji krîzên Tengava Hurmizê bê parastin.
Di dawiyê de Şer da xuyakirin ku wan di diyalogên bi Îsraîlê re heta ji sedî 90î li hev kiriye ku Îsraîl vegere sînorên sala 1974an, lê Îsraîlê di dema dawî de bi hincetan gav paş de avêtiye.