TR KU SO
FB X
Cîhan

El Iraqiye: Îstixbarata cihê Bexdadî Iraqê da Amerîkayê

Admin H
Nivîskar
📅 27 cotmeh 2019 18:24

PeyamaKurd – Televizyona El Iraqiye ya fermî li Iraqê piştî nûçeyên operasyona li ser Serokê DAIŞê Ebubekir Bexdadî li gundê Barişa yê sînorê Tirkiyê, ragihand ku îstixbarata cihê Bexdadî û malbata wî ji aliyê îstixbarata Iraqê ve hatiye dayîn.

Li gorî El Iraqiye îstîxbarata Iraqê cihê xelîfeyê rêxistina terorîstî DAIŞê îsbat kiriye û Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê pê agahdar kiriye.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî îro piştî belavbûna nûçeyan got: “Bi xebata hevbeş a îstixbarî re ligel Amerîkayê operasyoneke dîrokî û serkeftî encam daye.”

Çav li rê ye îro Serokê Amerîka Donald Trump derbarê bûyerê de daxuyaniyê bide.

Hinek çavkanî jî dibêjin, kesê di operasyonê de hatiye kuştin ne Bexdadî ye, lê rêberekî El Qaîdê ye.

Parve bike: