TR KU SO
FB X
Cîhan

El Kurdî yê berpirsê DAISê 6 sal cezayê hepsê xwar

📅 07 mijdar 2018 04:37

PeyamaKurd – Emin El-Kurdî yê ku bi tawana berpirsiyarê Telaferê ya rêxistina terorê ya DAIŞê dihate darizandin, 6 sal û 3 heyv cezayê hepsê xwar.

 Li gor agahiyên ji medyaya Tirkiyê, Emin El-Kurdî yê bi tawana berpirsiyarê Telaferê yê rêxistina terorê ya DAIŞê, li parêzgeha Kayseriyê ya Tirkiyê ji aliyê Mehkemeya Cezaya Giran a 4emîn dihate darizandin, 6 sal û 3 heyv cezayê hepsê xwar.

Emin El-Kurdî di 21ê Tîrmeha 2017an de di çarçoveya lêpirsîna Serdozger ya der heqê rêxistina terorê ya DAIŞê de hatibû binçavkirin.   

Parve bike: