TR KU SO
FB X
Cîhan

El Qaîde: Serkirdeyê me Xalid Baterfî hate kustin

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 11 adar 2024 16:36

PeyamaKurd - Rêxistina El Qaîde ku di lîstên terorê yên piraniya welatan de ye ragihand ku berpirsê El Qaîde yê li Cezîra Ereb Xalid Baterfî hatiye kuştin.

El Qaîdeyê di derbarê çawa-kuştina serkirdeyê xwe Xalid Baterfî de agahî neda lê belê piştî belavkirina vê agahiyê ragihand ku di dewsa Xalid Baterfî de Seed Bîn Atif El Eweqlî bûye berpirsê nû yê Cezîra Ereb.

Di daxuyaniya rêxistinê ya ragihandina kuştin a Baterfî de hate gotin ku Xalid Baterfî li Riyada paytexta Erebistana Siûdî ji dayik bûye û piştî ku di Sibata 2020î de, di hêrişeke asmanî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de Qasim El Remî hate kuştin, Xalid Baterfî serkirdetiya El Qaîdeyê hilgirtiye ser xwe.

Parve bike: