Cîhan
El-Qaîdeyê êrîsa xwekujî ya ser leskerên fransî girt ser xwe
PeyamaKurd - Rêxistina El-Qaîdeyê berpirsiya êrîşa xwekujî ya ku 8ê Çileyê li rojavayê Afrîkayê li dijî leşkerên fransî hatibû kirin li xwe girt.
Koma girêdayî El Qaîdeyê ya bi navê Nusret El-Îslam û El-Muslimîn îro 15ê Çile bi daxuyaniyekê ragihandin ku êrîşa xwekujî ya li rojavayê Afrîkayê ku 6 leşkerên fransî birîndar bûbûn wan pêk aniye.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji destpêka sala 2021ê ve, ev cara sêyem e ku êrîş li dijî leşkerên fransî yên li welatê Afrîka Malîyê pêk tên û heta niha 5 leşkerên Fransayê di wan êrîşan de hatine kuştin.
Hejmara leşkerên Fransayê sala borî bi şandina 600 leşkerên din li Afrîkayê gihîştiye 5 hezar û 100 leşkeran.