TR KU SO
FB X
Cîhan

El Qaîdeyê postê serokatiya Nîvgirava Ereb da Atif El-Ewlaqî

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 12 adar 2024 17:16

PeyamaKurd - Piştî roja Yekşemê hate ragihandin ku serokê rêxistina El Qaîde yê Qada Nîvgirava Ereb (AQAP) Xalid Baterfî miriye, rêxistinê ragihand ku di dewsa Baterfî de wek Serokê AQAPê Saad Bin Atif El-Ewlaqî hatiye erkdarkirin.

Sedema mirina Xalid Baterfi nehatibû aşkerekirin.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya SITE Intelligence Group ku weşanên rêxistinên cîhadîst dişopîne, serokê nû yê AQAPê Saad bin Atif el-Ewlaqî yê Yemenî ye.

SITE Intelligence Groupê ragihand ku berpirsê karûbarên yasayî yê AQAPê Îbrahîm Ahmed Mehmûd El-Kûsî, di tomareke vîdeoyî ku roja Yekşemê hatiye belavkirin de, mirina Baterfî piştrast kiriye û ragihandiye ku Saad bin Atif el-Ewlaqî serokê nû yê AQAPê ye.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di 2018an de Xalid Baterfî weke ‘terorîstê cîhanî’ ragihandibû û 5 milyon dolar xelat dabû serê wî.

Cigirê Baterfî, Saad bin Atif el-Ewlaqî yê Yemenî, endamê Meclîsa Şûra ya AQAPê ye.

DYAyê her wiha 6 milyon dolar xelat daye serê Awlaqiyê ku navê wî jî di lîsteya Bernameya Xelatên Dadwerî ya Wezareta Derve ya DYAyê de ye.

Parve bike: