TR KU SO
FB X
Cîhan

“Êlekzer” car din derketin kolanan

Admin M
Nivîskar
📅 17 gulan 2020 03:14

PeyamaKurd- Ev demeka dirêje Fransa bi nexweşîna kovid-19 ê re ku bo wan ya mirin û mayînê ye têdikoşe û bi sedema Kovdi-19 ê xwepêşandan û meş li Fransayê hatibûn qedexekirin. Lê îro car din ew “êlekzer” ên ku berê xwepêşandan dikirin, daketin kuçe û kolanan. “Êlekzer” li navenda Parîsê li Meydana Rebuplique xwestin ku xwepêşandan bikin.

Êlekzer xwe kirin grûbên 10 kes û li dijî hukumetê sloganan avêtin. Li dora 100 kes tevlî xwepêşandanê bûne û polîs ewlehiyekî zêde sitendiye. Di navbera her dû aliyan de gengeşe çêdibe û polîs hinek ji xwepêşandêran digre bin çav. Polîs piştî kontrola nasnameyên binçavkiriyan wan serbest berdide.

Di dema xwepêşandanan de maske û mesafe hatine binpêkirin. Li Fransayê di çarçoveya tedbîrên li dijî koronavîrusê de, nahêlin ku ji 10 kesan zêdetir werin cem hev.

Parve bike: