Elî Xamaney hat kuştin: 40 roj şîn hat ragihandin
PeyamaKurd- Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trnump, kuştina Rêberê Olî yê Îranê Ayettullah Elî Xamaney ragihand, medyaya dewletê ya Îranê jî îro Yekşemê serê sibê bi fermî piştrast kir ku Xamaney hatiye kuştin.
Xamaney di encama operasyoneke taybet a Îsraîlê de jiyana xwe ji dest da. Hikûmeta Îranê ji bo mirina wî li seranserê welat 40 roj şîna giştî û 7 roj bêhnvedana fermî ragihand.
Di daxuyaniyên ji Tehranê de tê diyarkirin ku di heman êrîşê de çend endamên malbata Xamaney jî hatine kuştin û ev bûyer wekî "êrîşeke terorîstî" hat binavkirin.
Li aliyê din, li gelek bajarên Îranê jî nûçeya mirina wî bi şahiyan hat pêşwazîkirin, lê li ser asta navneteweyî fikarên mezin hene ku ev yek bibe sedema şerekî berfireh li Rojhilata Navîn.
Tê çaverêkirin ku Şûraya Îranê di demeke nêz de bicive da ku rêberê nû yê welat diyar bike. Herwiha muxalîf jî li benda hilweşîna rejîmê ne ku hîn jî êrîşên Îsraîl û Amerîkayê berdewam dikin.