TR KU SO
FB X
Cîhan

Elî Zeydî ji aliyê Qralê Urdunê ve hat pêşwazîkirin

Admin H
Nivîskar
📅 26 cotmeh 2026 15:01

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Elî Faleh el-Zeydî li Balafirxaneya Markayê ji aliyê Qralê Urdunê Ebdullahê Duyem ve bi fermî hat pêşwazîkirin.

Di serdana fermî de tê payîn ku her du alî mijarên xurtkirina peywendiyên dualî, mekanîzmayên hevkariyê û avakirina hevkariyeke hevpar ji bo rûbirûbûna zext û astengiyên herêmî û navdewletî binirxînin.

Ev serdan di çarçoveya diyaloga berdewam a di navbera Bexda û Emanê de pêk tê ku armanca wê berfirehkirina hevkariyên aborî û ewlehiyê yên di navbera her du welatan de ye.

Parve bike: