TR KU SO
FB X
Cîhan

Elî Zeydî: Tu hêzeke çekdar a biyanî li Iraqê namîne

Admin H
Nivîskar
📅 02 cotmeh 2026 11:19

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî di Konferansa "Roja Serweriyê" ya li Bexdayê de axaftinek kir û diyar kir ku Iraqê li ser sînor, asman û avên xwe serweriyeke tam bi dest xistiye.

Zeydî anî ziman ku welatê wî qonaxeke nû ya parastina serweriyê dijî û da xuyakirin ku li ser vekişîna hêzên biyanî û leşkerên Tirk her wiha PKKê lihevkirinek hatiye kirin, û got: "Artêş û hêzên me êdî destûrê nadin ku tu koma çekdar a biyaniyê li ser axa Iraqê bimîne an ji bo êrîşkirina ser cîranan were bikaranîn."

Di berdewamiya axaftina xwe de, Serokwezîrê Iraqê girîngiya yekxistina hêzên Pêşmerge ji bo yekitiya biryarên ewlehiyê destnîşan kir û diyar kir ku ew hewl didin hemû çekan di bin banê dewletê de kom bikin.

Zeydî her wiha bal kişand ser avakirina pergaleke parastina asmanî û pêngavên aborî yên ji bo cihêrengkirina çavkaniyên welêt, û daxwaz kir ku Iraq bibe mînakek ji bo serweriya qanûnê û dadperweriyê.

Parve bike: