TR KU SO
FB X
Cîhan

Emmar Hekîm: "Bêyî PDKê çareserî çênabe"

📅 23 gulan 2018 03:51

PeyamaKurd - Serokê Tevgera Hîkme Emmar Hekîm, ragihand ku divê di hikûmeta dahatû ya Iraqê de PDK hebe û eger nebe ew jî tê de cih nagirin.

Hekîm îro şandeya PDKê bi serokatiya Fazil Mîranî pêşwazî kir û ragihand ku divê hikûmeta were avakirin herkesî di nava xwe de bihewîne.

Hekîm got ew ji dubendî û nakokiyê helak bûne û îdî dixwazin hikûmeteke ku xizmetê bike were ser hukim.

Herwiha diyar kir ku hikûmeteke PDK tê de nebe ew jî tê de cih nagirin. 

Parve bike: