Encamnameya Lûtkeya Tehranê hat ragihandin
PeyamaKurd – Di çarçoveya hevdîtinên Pêvajoya Astanayê de li Tehran a paytextê Îranê Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji bo gotûbêjkirina krîza Sûriyê û taybet jî rewşa Idlibê civiyan.
Di civînê de Putin ragihand ku divê rejîm serweriya xwe li seranserê Sûriyê pêk bîne.
Hesen Rûhanî jî rexne li Amerîkayê girt û got ku divê Amerîka ji rojhilatê Firatê bê derxistin.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî di derbarê rewşa Idlibê de got ku divê agirbestek bê îmzekirin û diyar kir ku eger operasyoneke leşkerî dê karesateke mezin bi xwe re bîne.
Di vê lûtkeya sê alî de danezaneke ku ji 12 bendan pêk tê hat belavkirin;
Encamnameya vê lûtkeyê wiha ye;
-Aliyan derbarê formata Astana ya ji çileya 2017an heta niha ku bi serkeftî berdewam dike û pêşketina di warê kêmbûna tûndiya li Sûriyê û herwiha pêşketina seqamgiriya li Sûriyê, kêfxweşiya xwe anîne ziman.
-Divê rêz li yekgirtina ax, azadî û serxwebûna Komara Erebî ya Sûriyê were girtin. Hemû hewlên cudabûn tên redkirin.
-Biryara hevkariya di navbera her sê aliyan de hatiye girtin û di derbarê rewşa Idlibê de jî li gor formata Astanayê rewşa wî bajarî hatiye gotûbêjkirin.
-Têkoşîn û şerê ji bo jiholêrakirina komên terorîst ên weke DAIŞ,Nûsra û yên girêdayî El Qaîdê dê berdewam bike û hevkariya bi ji bo jiholêrakirina van komên terorîst bi temamî dê berdewam bike.
-Aliyan baweriya xwe ya di derbarê çareserkirina krîza Sûriyê bi rêyên siyasî dûpat kirine, rêbazên leşkerî vê kêşeyê çareser nakin û hevkariya di navbera aliyan de hatiye teyitkirin.
-Li ser berdewamkirina hewlên hevbeş ên ji bo gihiştina çareseriyeke siyasî bi pêşengiya Sûriyeyiyan, aliyan biryardariya xwe anîne ziman û teahûdên xwe yên ji bo alîkarkirina pêkanîna Komîteya Destûrê dûpat kirine.
-Pêdiviya ji bo aramî û asayîkirina jiyana hemû Sûriyeyiyan û kêmkirina êşên wan hatiye bibîrxistin û ji bo alîkariya mirovî û jinûveavakirina Sûriyêyê di serî de Netewên Yekgirtî bang li hemû dezgehên navdewletî hatiye kirin.
-Hewldanên hevbeş ên ji bo parastina sivîlan û asayîkirina rewşa Sûriyê dê berdewam bikin.
-Ji bo vegera koçberên Sûriyê bo mal û cihên wan divê şert û mercên guncaw werin pêkanîn. (Ji bo kombûna konferansekê di derbarê rewşa koçberan de aliyan biryar girtin)
-Pêşketina di derbarê xebatên kesên winda, radestkirina terman, berdana girtiyan bi kêfxweşî hatine pêşwzîkirin.
-Li ser vexwendina Serokê Rûsyayê Vladimir Putin civîna din dê li Rûsyayê pêk were.
-Ji bo mazûvaniya wî spasiya Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî hatiye kirin.