TR KU SO
FB X
Cîhan

Enflasyona Tirkîyeyê: Yan 64 yan 127

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 03 rêbendan 2024 19:56

Peyama Kurd – Dezgeha Îstatîstîkê ya Tirkîyeyê (TÜİK) daneyên enflasyonê yên mehane û salane yên Tirkîyeyê ragihand.

Li gor daneyên TÜİKê, di meha Kanûnê de li Tirkîyeyê enflasyon ji sedî 2,93 û enflasyona salane jî ji sedî 64,77 e.

Lê belê ji aliyê din ve Koma Lêkolîna Enflasyonê (ENAG) jî daneyên xwe ragihand lê belê di vanbera daneyên TÜİK û ENAGê de negoncivîneke pir mezin hebû.

Li gor ENAGê enflasyona meha Kanûnê ji sedî 4,12 û ya salane jî ji sedî 127,21 e.

Berpirs û xebatkarên ENAGê ji akademîsyen û aborzanan pêk tê. ENAG, dawîya her mehê rêjeya enflasyonê ya ku bi daneyên xwe encam dide ji raya giştî re radigihîne.

Parve bike: