Enqere: Em êrisî Kurdan nakin!
PeyamaKurd- Piştî ku Serokê Amerîkayê Trump ji bo ku Tirkiyê êrişî Rojavayê bike rizamendî nîşan da, Wezareta Berevaniya (MSB) Tirkiyê û Berdevkê Serokomarê Tirkiyê Kalin daxuyaniyek dan.
MSB: AMADEKARIYÊN ME TEMAM BÛN, EM LI BENDA FERMANÊ NE
Wezareta Berevaniya Tirkiyê (MSB) li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku, hemû amadekariyên operasyona li dijî Rojava qediyane û ew ji bo êrişê amade ne.
BERDEVKÊ ERDOGAN: EM ÊRIŞÎ KURDAN NAKIN
Berdevkê Serokomarê Tirkiyê Ibrahîm Kalin jî ji CNN a Amerîkî re axivî. Kalin amaje kir ku armanceke wan a guhertina demografiye tine, “Em êrişî Kurdan nakin, em bi rêxistinên terorê têdikoşin. Tirkiye piştgiriya yêkrêziya siyasî û xakî ya Sûriyê dikin.”
Kalin got armanca operasyonê ewlehiya sînorî, avakirina herêmeke ewle ya da ku koçber vegerin ser xaka xwe: “Em destûrê nadin DAIŞî bên Tirkiyê yan jî biçin Ewropayê. Ne tenê Tirkiyê hemû rayagiştî ya Ewropayê ji vê yekê berpirsyar e.”