Eraqçî li Rûsyayê: Ji bo parastina Tehranê daxwaza S-400 ji Putin hat kirin
PeyamaKurd - Li gorî nûçeya rojnameya "The Telegraph" ku îro hat weşandin, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî di hevdîtina xwe ya ligel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin de, bi awayekî fermî daxwaza kirîna pergala parastina ezmanî ya S-400 kir.
Ev hevdîtina ku li St. Petersburgê, li ofîsa Boris Yeltsin a li ber ava Neva hat encamdan, piştî êrîşên giran ên Amerîka û Îsraîlê pêk hatin ku tê de pergala parastina ezmanî ya Îranê ziyaneke mezin dîtibû. Eraqçî tekez kir ku ji bo girtina wan di xeta parastinê de çêbûne, Îranê pêdivî bi teknolojiyeke pêşketî ya wekî S-400 heye daku bikaribe li dijî firokeyên şer û mûşekên balîstîk berxwedanê bike.
Bazariya tawîzên ji bo Washingtonê û pêşeroja şer
Di hûrguliyên nûçeyê de hat diyarkirin ku Putin û Eraqçî ne tenê li ser firotina çekan, belkî li ser "tawîzên" muhtemel ên ku Tehran dikare bide Washingtonê daku şer bi dawî bibe jî axivîne.
Îranê berê pergala S-300 ji Rûsyayê kirîbû, lê êrîşên dawî nîşan dan ku ew pergal li hemberî teknolojiya nû ya Amerîka û Îsraîlê lawaz dimîne. Ji ber vê yekê, bidestxistina S-400 ji bo Tehranê niha ne tenê daxwazek, belkî ji bo zext û parastina navendên stratejîk pêngaveke jiyanî ye. Çavên cîhanê li bersiva Moskowê ne, ka gelo Rûsya dê di vê qonaxa hesas a şerê Rojhilata Navîn de vê çekê bide hevalbendê xwe an na.