TR KU SO
FB X
Cîhan

Erd heziya û herî kêm 9 kes mirin

Admin M
Nivîskar
📅 31 cotmeh 2020 15:52

PeyamaKurd – Li welatê El Salvador a qit’a Amerîkayê bi sedema hezandina erdê herî kêm 9 kes can dan. Rêvebirên Parastina Sîvîl ragihandine ku li bakûrê payîtextê San Salvadorê bi 20 km yan dûr, ji çiyayekî volkanîk perçeyekî mezin qopiyaye û 4 km şemitiye. Li qûntara çiya 40 xanî di bin axê de mane.

Tîmên rizgarkirinê, ji binê axê cesedên 9 kesan derxistine û 35 kesên ku wendabûn hatine dîtin. Bi sedema heza axê, li dora 135 xanî ji ber hezê zerar gihaye wan.

Xebata bo dîtina mirovên wenda dewam dike.

Parve bike: