Cîhan
Erdhejeke bi hêz li Japonyayê çêbû!
PeyamaKurd - Erdhejek bi pileya 6.2 li Japonyayê çêbû, navenda wê li herêma Tokachi Başûr a Parêzgeha Hokkaido bû.
Piştî erdhejê, hate ragihandin ku xetera tsûnamiyê tune.
Parêzgeha Hokkaido ya li Japonyayê bi erdhejek bi pileya 6.2 hejiya.
Li gorî agahiyên Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê (JMA), erdhej di saet 05:23an de bi dema herêmî, di kûrahiya 80 kîlometreyan de hate tomarkirin.
Piştî lerzînê ku li parêzgehên Hokkaido, Aomori û Iwate bi tundî hate hîskirin, hate ragihandin ku xetera tsûnamiyê tune.
Şîrketa Elektrîkê ya Hokkaido ragihand ku li Santrala Nukleerî ya Tomari tu anormaliyek nehatiye dîtin.