Erdogan 25ê mehê wekî Sultanê Selçûkiyan ji Xelatê derbasî Melezgirê dibe
PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Li Enqerê di civîna serokên şaredariyên AKPê de, ragihand ku ew dê 25ê Tebaxê serdana navçeya Xelatê ya Bedlîsê bike û ji wir jî ji bo dîrokê zindî bike wekî Sultanê Selçûkiyan derbasî Melezgirê bibe.
Erdogan got ku wê ji ber koronayê serdaneke berfireh li navçeyê neke û wiha axivî:
“Roja 25ê Tebaxê nêzîk dibe. Roja 25ê Tebaxê emê serdana Exlatê bikin. Helbet ji ber koronayê em nikarin îsal gereke berfireh bikin. Emê bi awayekî sînordar bigerin. Me li wir kuliyeyeke serokomariyê û du yekeyên niştecîhbûnê ji bo beşên navxwe yên xwendevanan jî ava kirine. Armanca me ew e ku em dîrokê zindî bikin. Ji xwe Sultan Alparslan bi şev li Xelatê mabû û sibehê jî berê xwe dabû Malezgirê. Em jî dixwazin ji nû ve wê dîrokê zindî bikin. Ezê jî şeva 25ê Tebaxê li Xelatê bim û sibeha 26ê Tebaxê jî berê xwe bidim Melezgirê.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, 26ê Tebaxa 1071ê Sultanê Selçûkî Arparslan bi piştgiriya dewleta Kurd Merwaniyan ku paytexta wê Farqîn bû, li navçeya Melezgir a ku niha bi ser bajarê Mûşê ve ye, di şerê bi împaratorê Bîzansî Romen Diyojen de bi ser ketibû.
Herwiha piştî wî şerî rê li ber tirkana hatibû vekirin ku derbasî Kurdistanê û Anatolyayê bibin.