Erdogan armanca Peymana Parastinê ya Mekeyê eşkere kir
PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan derbarê Peymana Parastinê ya Hevbeş a Mekeyê de ku di navbera Tirkiye, Erebistana Siûdî û Pakistanê de hatiye îmzekirin, daxuyaniyên girîng dan.
Erdogan diyar kir ku ev biryara stratejîk ji ber geşedanên nû yên herêmî û li ser bingeha berpirsiyariya hevbeş derketiye holê û tekez kir ku ev hevpeymana sêalî ti welatekî naxe hedefa xwe, lê belê armanca wê xurtkirina hêza hevbeş, pêşxistina pîşesaziya parastinê û avakirina aramiya giştî ye.
Herwiha Erdogan ragihand ku çareseriya pirsgirêkên herêmê tenê bi destê aktorên herêmê pêkan e û ew amade ne deriyê vê tifaqê ji welatên din re jî vekirî bihêlin.
Tengava Hurmizê
Serokomarê Tirkiyê bal kişand ser rewşa Tengava Hurmizê, Suriye û Lubnanê û got ku Tengava Hurmizê ji bo aboriya cîhanê xwedî roleke girîng e, lewma neçar e ewlehî û proseya bazirganiyê li wir bi awayekî zû vegere rewşa xwe ya asayî.
Peyamên bo Sûriyê
Derbarê geşedanên li Suriyeyê de jî Erdogan anî ziman ku pêvajoya guherînê ji bo siberoja gelê Suriyeyê xala werçerxana dîrokî ye û tekez kir ku yekîtiya axa Suriyeyê ji bo wan gelekî girîng e û ew ê bi ti awayî rê nedin tu kiryarên ku ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê bixin bin metirsiyê.