TR KU SO
FB X
Cîhan

Erdogan bersiva kengî derbasî jiyana asayî dibin da...

Admin H
Nivîskar
📅 21 nîsan 2020 20:45

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro 21ê Nîsanê beriya civîna partiya xwe AKPê li ser rêkarên bo vîrusa koronayê ragihand, “Em armanc dikin ku piştî cejna Remezarê derbasî jiyana asayî bibin.”

Erdogan got ku rewşa belavbûna pandemîya koronayê li Tirkiyê ketiye ser bi xeteke diyar û wiha axivî:

“Heger di dema meha Remezanê de, di asata herî bilind de pabendbûna bi tedbîran çêbibe, înşelah piştî cejnê em armanc dikin ku derbasî jiyana asayî bibin.”

Erdogan doh jî 4 roj qedexeya derketina derve bo 31 bajarên Tirkiye û bakurê Kurdistanê ragihandibû ku 23yê Nîsanê ew qedexe dest pê dike.

Li Tirkiyê li gorî amarên fermî yên 20ê Nîsanê 2,140 kes ji vîrusa korona mirine û hejmara tûşbûyan jî gihîştiye 90,980 kesan ku rojane li dor 4 hezar kes testên wan pozîtîf derdikevin.

Parve bike: