Erdogan, bi Macron re axivî: Nayê qebûlkirin!
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan, îro bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron re bi telefonê axivî.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyeyê ve hat ragihandin de li ser hevdîtina Erdogan û Macron hûrgilî hatin parvekirin û gotin ku
“Serokomarê me, di axaftina xwe de diyar kir ku binpêkirinên mafên mirovan ên ku li dijî sivîlên bêguhen ên li Xezayê tên kirin, nayên qebûlkirin.
Tirkiye ji bo ku alîkariya wan bike, di nav hewilan de ye. Bi taybetî divê welatên rojava, gavên ku rêjeya tundiyê kêm dikin bihavêjin û divê xwe ji hewilên ku xizmeta aştiyê nakin, dûr bixin.
Serokomarê me Erdogan da zanîn ku heger civaka navdewletî ji bo ku pirsgirêk bi temamî bê çareserkirin û mayînde bibe, guh bide pêşniyaza Tirkiyeyê ya li ser hîmê 2 dewletbûnê û bi dilsozî nêzîkî rewşê bibe. Lewra ev yek dê bibe çareserî ku hem herêm hem jî cîhan rehet bibe.”