TR KU SO
FB X
Cîhan

Erdogan bi pêwendiyeke telefonî bi Zelensky re axivî

Admin L
Nivîskar
📅 17 adar 2022 17:28

PeyamaKurd Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi pêwendiyeke telefonî, bi Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky re, di derbarê rûdanên dawîn ên di navbera Rûsya û Ukraynayê de axivî.

Li gor Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyê bi daxuyaniyekê diyar kir, di hevdîtinê de rûdanên dawîn ên di navbera Rûsya û Ukraynayê hatin gotûbêjkirin û Serokomar Erdogan di hevdîtinê eşkere kir, ji bo di navbera Rûsya û Ukraynayê de aştî pêk bê ji hêla dîplomasiyê ve ew gelek hewl didin û dixwazin ku agirbest pêk bê, lewra domandina şer bi kêrî kesî nayê.

Herwiha Erdogan di hevdîtinê destnîşan kir ji bo Serokê Dewleta Ukraynayê Zelenskiy û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bînin cem hev jî hewlên xwe didomînin.

Serokomar Erdogan diyar kir, ji bo alîkariyên mirovahî bigihîjin penaberên Ukraynayî ew dixebitin û dixwazin ku korîdora mirovahî jî bi awayekî baş bê bi rêk û pêkkirin.

Parve bike: