TR KU SO
FB X
Cîhan

Erdogan bi tevê Tatlises pistî sînor li ser dika bangaseya hilbijartinê jî "Yaylalar" gotin

📅 29 nîsan 2018 02:09

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê û Serokê Ak Partiyê Recep Tayyîp Erdogan li bajarê Îzmîrê di mîtîngê de stranbêj Îbrahîm Tatlises vexwende ser dikê û bi hev re strana “Yaylalar” gotin.

Serokomarê Tirkiyê Erdogan piştî biryara hilbijartinên pêşwext yekemîn mîtînga xwe li bajarê Îzmîrê pêk anî.

Erdogan di dema axaftina xwe de bernamzedê parlamenteriyê yê Ak Partiyê Îbrahîm Tatlises vexwende ser dikê.

Tatlises behsa bîranîneke xwe ya li gel Erdogan kir û got, ku dema Erdogan serokê şaredariya Stenbolê bûye wî daxwaz kiriye gaza sirûştî bikişe mala xwe û Erdogan jî di demeke kurt de ev daxwaza wî pêk aniye.

Piştî vê axaftinê Erdogan ji Tatlises xwest ku strana “Yaylalar” bêje û bi hevre gotin.

Hêjayê gotinê ye, ku beriya niha dema Serokomarê Tirkiyê bi tevê komeke stranbêj û hunermendan çûbû serdana eskerên tevlî operasyona Efrînê bûne û li wir jî Tatlîses ev stran gotibû.

Tatlîses peyvên stranê guhertibûn û gotina “Here li Efrînê bigre were” ser zêde kiribû.

Herwiha ev cara çaremin e ku Tatlises ji AKPê dibe bernamzedê parlamenteriyê lê heta niha wek namzed nehat pejirandin.

Parve bike: