Erdogan biryara ku Ayasofya bike mizgeft îmze kir
PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogn biryara Dadgeha Bilind a ku rê li ber vekirina Ayasofyayê ji bo îbadetê vedike îmze kir.
Dadgeha Bilind a Tirkiyê îro 10ê Tîrmeha 2020an biryara xwe ya derbarê muzexaneya Ayasofyayê de eşkere kir û biryara Hikûmeta Tirkiyê ya 24ê Mijdara 1934an a Ayasofya kiribû muzexane betal kir.
Piştî ku Dadgeha Bilind biryara Encûmena Wezîran a sala 1934an hilweşand, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî îro biryara radestkirina îdareya Ayasofyayê ji bo Serokatiya Karûbarên Ewqafê û vekirina wê bo îbadetê îmze kir.
Kilîseya Ayasofya sala 537an di serdema Împaratoriya Bizans de weke Dêra Patriyarkiya Ortodoks a Yunanî hatiye avakirin. Osmaniyan di sala 1453an de Stenbol dagir kir û Dêra Ayasofya kirin mizgeft.
Hikûmeta Komara Tirkiyê ya ku piştî hilweşîna Osmaniyan hat damezrandin jî di sala 1935an de, Ayasofya kire muzexane û heta niha jî wekî muzexane ji serdana turîstên derve û hundir re vekirîbû.
Ev biryara hikûmeta Tirkiyê di cîhana ola xirîstiyan de rastî nerazîbûnan tê ku dixwazin Ayasofya wekî şûnwareke mîretaya dîroka cîhanê ya baweriyê wekî muzexane bimîne.