TR KU SO
FB X
Cîhan

Erdogan bo Leyen: “Em dahatûya xwe di Yekîtiya Awrûpayê de dibînin”

Admin M
Nivîskar
📅 10 rêbendan 2021 04:57

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep tayip Erdoğan bi rêya video-konferansê bi seroka komisyona Yekîtiya Awrûpayê Ursula von der Leyen re axifî.

Di axftinê de behsa têkiliyên du alî yên YA yê û Tirkiyê û mijarên herêmî hatin kirin. Di axaftinê de Erdoğan got Yekîtiya Awrûpayê di rojeva Tirkiyê de ya yekeme û Tirkiye dahatûya xwe di Yekîtiya Awrûpa de dibîne.

Erdoğan her weha got ku dixwaze bi YA yê re rûpelekî nû di têkiliyan de veke û behsa derxistina hinek probleman ji aliyê hinek endamên YA yê kir.

Erdoğan xwest Yekîtiya Gumrikê bê rojanekirin, bo hemwelatiyên Tirkiyê serbestiya vîzeyê hebe û bo endamtiyê muzakere destpêbikin.

Parve bike: