Erdogan cewaba rexneyan bi mehkemeyan dide
PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Teyyip Erdogan, li hemberî rexneyên muxalifên xwe ji dêvla ku bersivên siyasî bide serî li mehkemeyan dide û dozên maddî vedike, herî dawîn jî li dijî Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu doza pereyan vekir.
Serokê CHPê Kiliçdaroglu roja sêşemê di axaftina koma xwe de ji ber daxuyaniyên tund û gefên li dijî xwendekaran Erdogan rexne kiribû û gotibû "Tu kî yî?" Ev yek jî li ser wê yekê gotibû ku Erdogan xwendekarên Zanîngeha Bogaziçiyê wek "terorîst" bi nav kiribûn û gotibû "emê wan ji zanîngehê bavêjin."
Herwiha Erdogan bi kesê yekem ê rexistina Fethullah Gulen tawanbar kiribû û gotibû: "Dibêjin kesê yekem ê FETOyê kî ye. Ew kesê qoltixa Serokkomariyê îşxal dike ye. Bila bide mehkemeyê ezê vê yekê isbat bikim."