TR KU SO
FB X
Cîhan

Erdogan dê ligel Pasinyan bicive

Ruken güler
Nivîskar
📅 10 îlon 2023 20:30

PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan ragihand ku ew ê sibê bi Serokwezîrê Ermenîstanê Nikol Paşinyan re bicive.

Erdogan, di çarçoveya Lûtkeya G20ê ya li Delhiyê de ji çapemeniyê re axivî û got ku

"Ez ê sibê bi îhtîmaleke mezin bi Birêz Paşinyan re hevdîtinê bikim. Ji bilî vexwendina herêmê (Qerebaxê) ji bo aramiyê tu çareya me nemaye. Ev gavên ku niha li Qerebaxê tên havêtin, ne rast in. Qebûlkirina wê ne pêkan e. Em jî vê yekê erênî nabînin."

Parve bike: