TR KU SO
FB X
Cîhan

Erdogan: Di destê YPGê de çekên hevpeymanên me hene

Admin S
Nivîskar
📅 09 sibat 2019 20:40

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Stenbolê YPG bi paqijiya etnîkî tawanbar kir û got, “Di destê YPGê de bombe û çekên hevpeymanên me hene. Ne mimkun e Tirkiye wisa destgirêdayî bisekine.”

Erdogan di berdewamê de diyar kir ku wan stratejiya xwe ya şerê PKKê guherandina û 365 rojan bênavber zivistan û havîn operasyonên xwe didomînin.

Serokomarê Tirk li ser YPGê jî wiha axivî: “Di destê YPGê de bombe û çekên hevpeymanên me hene. Ne mimkun e Tirkiye wisa destgirêdayî bisekine. Ji bo yên ji dîrokê ders nestandine, dîrok dubare dibe. Ne mimkun e Tirkiye ewlekariya xwe ya milî dewrî welatekî din bike.”

 

Parve bike: