TR KU SO
FB X
Cîhan

Erdogan: Di mehekê de 59 leskerên me li Idlibê hatine kustin

Admin H
Nivîskar
📅 09 adar 2020 00:17

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro Yekşemê ragihand ku di nava mehekê de 59 leşkerên wan li Idlibê hatine kuştin.

Erdogan got, ji destpêka operasyona leşkerî ya "Mertala Biharê" ve 59 leşkerên Tirk li Idlibê hatin kuştin.

Erdogan herwiha piştî rêkeftina û agirbesta bi Rûsyayê re car din gef li rejîma Sûriyê xwar û got: "Heger rejîma Sûriyê agirbestê binpê bike em ê operasyonên leşkerî li Idlibê dîsa berdewam bikin."

Serokomarê Tirkiyê li ser mijara penaberan vekirina deriyan ji wan re jî bang li Yûnanistanê kir ku "Deriyê xwe ji penaberan  reveke".

Erdogan got ku ew dê roja duşemê li ser mijara penaberan bi rayedarên Yekîtiya Ewropayê re hevdîtinan bike.

Parve bike: