TR KU SO
FB X
Cîhan

Erdogan: Divê Trump soza xwe bîne cih

Admin H
Nivîskar
📅 17 tebax 2026 10:29

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di hevpeyvîneke ligel kanala Al Jazeerayê de li ser siyaseta derve û geşedanên herêmî nirxandin kirin.

Erdogan behsa peywendiyên ligel DYAyê kir û diyar kir ku ew li benda bicihanîna soza F-35an a ji aliyê Donald Trump ve ne û teqez kir ku "Peymana Parastina Hevbeş a Mekeyê" ya ku di navbera Tirkiye, Erebistana Siûdî û Pakistanê de hatiye îmzekirin peyameke xurt dide aştî û ewlehiya herêmê.

Erdogan herwiha got ku ev dergeh ji bo welatên din ên mîna Misirê jî vekirî ye.

Erdogan bal kişand ser rewşa Sûriyeyê û got ku saziyên dewletê di nav peywendiyeke baş de ne û ew ê di demeke nêz de serdana Şamê bike.

Her wiha Serokomarê Tirkiyeyê êrîşên Îsraîlê yên li ser Xeze û Libnanê rexne kirin, piştgiriya welatê xwe ya ji bo gelê van herêman anî ziman û li ser pêwendiyên bi Yekîtiya Ewropayê re jî got ku tevlîbûna YEyê ji bo wan ne mijara sereke ye.

Parve bike: