Erdogan: Em destûrê nadin emperyalîst me wek ‘Sîe, Sune, Tirk, Kurd…’ parçe bikin
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan, di peyama vîdyoyî ya bo Rêxistina Hevkariya Îslamî de, bi tundî dijî daxuyaniyên Serokomarê Fransayê Emmanûel Macron yên wekî, ‘îslam di krîzê de ye’, ‘divê ji nû ve bê guncandin’ derket û gotinên Macron wekî hewlên hesabpirsîna ji misilmanan bi nav kir.
Serokomarê Tirk di axaftina xwe de diyar kir, ew dê destûrê nedin emperyalîst wan bi navên Şîe, Sune, Reş, Spî, Tirk, Kurd, Ereb û Faris parçe bikin.
Erdogan di peyama xwe de got, dixwazin sîstemeke dijî îslamê ava bikin ku sembolên îslamî tê de nebin û bal kişand ser cîbicîkirina umetcîtiyê.
Erdogan wiha axivî: “Heger mirov tîbûna xwe ya olî ji çavkaniyên dirust bidawî nekin, wê bikevin paxila rêxistinên derveyî rêbazên îslamî yên wekî DAIŞ, FETO, El Şebab û Boko Haramê. Emê destûrê nedin ku emperyalîst me bi navên Şîe, Sune, Reş, Spî, Tirk, Kurd, Ereb û Faris parçe bikin.”