Cîhan
Erdogan: “Em ê li hinek dostên dî bigerin!”
PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bersiva Serokê Amerîkayê Donald Trump da û got ku heke Amerîka wiha li dijî me tund tevbigere em ê ji xwe re li hinek dostên dî bigerin.
Di van rojên dawî de navbera Tirkiyê û Amerîkayê gelekî xira bûye. Tirkiyê Keşe Andrew Brunson berneda û vê geşedanê jî navbera her du dewletan xirabtir kir.
Piştî van geşedanan pereyên Tirkiyê TL. li hemberî Dolarê Amerîkayê bihayê xwe gelekî winda kir (1TL.=6.41 Dolar).
Li ser vê yekê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li dijî Amerîkayê bersiveke tund da û got ku heke Amerîka wiha bi bêhurmetî û yekterefî tevbigere, em ê ji xwe re li hinek dost û muttefîkên dî bigerin.