TR KU SO
FB X
Cîhan

Erdogan: Em ji helwest û siyaseta Talîban razî ne

Admin L
Nivîskar
📅 19 tebax 2021 13:30

PeyamaKurd – Serkomarê Tirkiyê Recep Tayîb Erdogan, pêşwazî li siyaseta Talîban kir û got, em ji Talîban razî ne.

Serkomarê Tirkiyê Recep Tayîb Erdogan, do bi şev beşdarî bernameya hevbeş ya çend televîzyonên Tirkiyê bû û re li ser pêşhatên siyasî û rewşa Afganistanê axivî.

Erdogan li ser rewşa Afganistanê diyar kir, wan berê jî gotibû dê rêveberiya Talîban qebûl bikin û ew ji helwest û siyaseta Taliban razî ne.

Serkomarê Tirkiyê  jî, reftarên Talîban li hember Tirkiyê hestiyar û bi dîqet e û got, li Afganistanê kî li ser desthilatê be, bo me ferq nake emê pêwendiyên xwe pê re berdewam bikin.

 

Parve bike: