TR KU SO
FB X
Cîhan

Erdogan: Em venakisin, ji bo YPG terka herêmê bike mohleta 120 saetan dest pê kiriye

Admin H
Nivîskar
📅 18 cotmeh 2019 19:02

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser agirbesta doh ya bo rawestandina 5 rojan a êrîşên xwe ser hêzên Kurd li Rojavayê Kurdistanê got ku ew hêzên xwe ji herêmê venakişînin û mohleta 120 saetan jî dest pê kiriye ku YPG vekişe.

Erdogan got ku dê danûstandinên wan bi Amerîkayê re berdewam bikin û ew dê bi serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn re jî hevdîtinê bike.

Erdogan li ser agirbeta ku hatiye ragihandin wiha axivî:

“Di nav mohleta 120 saetan de, rêxistina malum YPG divê herêma ku me wekî herêma ewle diyar kiriye terk bike. Me ev pêvajo bi giranî li gorî berjewendiyên Tirkiyê û di nav hevkariyê de pêk anî û soz ji wan stand. Em bi berdewamî di nav pêwendiyê de bin. Dê hevdîtinên heyetên me bidomîn."

Parve bike: