Cîhan
Erdogan: Emê bersiva Amerîkayê bidin...
PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan di civîna ligel rojnamevanên biyanî ya li Stenbolê derbarê gefên dorpêçan ên Amerîkayê bo kirîna S-400ên rûsî diyar kir ku ew dê bersiva dorpêçên Amerîkayê bidin.
Erdogan got, peymana bo S-400an bi Rûsyayê re temam bûye û li ser dorpêçên muhtemel ên Amerîkayê da xuyakirin, "Amerîkayê ji bo sîstemên Patrîotan teklîfeke baş nedaye Tirkiyê û heger me ji bernameya F-35an derxin, emê serî dadgehên navdewletî bidin."
Erdogan, bibîr xist ku dê heta 15 rojan radestkirina S-400an bo Tirkiyê dest pê bike û got, "Têkiliyên me bi Trump re gelekî cuda ne. Lê bi yên di bin rêveberiya wî re jî cudatir in. Lewma jî qet îhtimalê nadim ku dorpêç werin sepandin."