TR KU SO
FB X
Cîhan

Erdogan îro diçe Almanyayê

Admin L
Nivîskar
📅 17 mijdar 2023 14:04

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro diçe Almanyayê. Rojeva hevdîtina Erdogan a li paytext Berlînê ya bi Serokwezîrê Almanyayê Scholz re wê geşedanên li Îsraîl û Filistînê be.

Erdogan wê li paytext Berlînê bi serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz re bicive.

Her du rêber wê mijarên herêmî û herwiha êrîşên xwe yên li ser şerê di navbera Îsraîl û Filistînê de gotûbêj bikin. Tê payîn ku di civînê de peymanên vîzeyê û mijarên koçberiyê jî bên nîqaşkirin.

Erdogan ji bilî Scholz wê bi Serokomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier re jî bicive.

Li gor yadaştnameya di Rojnameya Fermî da hat weşandin, Alîkarê Serokomar Yilmaz li gor xala 106an a Destûra Bingehîn heta Erdogan vegere wê wek Serokomariyê kar bike.

 
Parve bike: