TR KU SO
FB X
Cîhan

Erdogan: Ji pêvajoyê veger nîne

Admin H
Nivîskar
📅 08 gulan 2026 18:32

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, li Stenbolê di çarçoveya fuara pîşesaziya berevaniyê "SAHA EXPO 2026" de axivî û derbarê Pêvajoya Çareseriyê ya bi PKKê û Abdullah Ocalan re hatiye destpêkirin, peyam dan.

Erdogan got ku ew di vê mijarê de bi biryar in û destnîşan kir, "Em bawer dikin ku bi izna Xwedê em ê bi ser kevin. Em bi biryar in û înşellah em ê bigihîjin armanca xwe."

‘Vegera vê  tune ye’

Erdogan li ser berdewama gavên bên avêtin rawestiya û diyar kir ku ji bo wan vegera ji vê rêyê ne pêkan e û got: "Ji vê yekê veger nîne û wê nebe jî. Tirkiyeyeke bê teror, di vê rewşa şerê parvekirinê yê li herêma me de, di hiş û mêjiyê miletê me de çepereke herî xurt e."

Erdogan dawiyê jî got, biryara fikrî û siyasî ya ji bo vê pêvajoyê di navbera her du partiyan (MHP-AK Partî) de hatiye dayîn û armanca wan a sereke ew e ku Tirkiyeyê ji pirsgirêka terorê bi temamî rizgar bikin.

Parve bike: