Cîhan
Erdogan li Antalyayê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya
PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di çarçoveya 31emîn Konferansa Guherîna Keşûhewayê ya Neteweyên Yekgirtî (COP31) de li bajarê Antalyayê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî kir.
Her du lideran di dema konferansê de li ser mijarên rojeva herêmî û pêwendiyên dualî axivîn.
Di hevdîtinê de ku şandeya payebilind a Herêma Kurdistanê jî amade bû, bal hat kişandine ser girîngiya hevkariya herêmî ya ji bo rûbirûbûna qeyranên jîngehî û kêmkirina bandorên guherîna avhewayê.
Ev hevdîtin di demekê de pêk tê ku lûtkeya rêberên cîhanê bi beşdariya zêdetirî 100 serokî li Tirkiyeyê berdewam dike.