Erdogan: Li dibistanan hînî tirkan dikin ku ji kurdan nefret bikin
PeyamaKurd – Nivîskar û şewirmenda Rojnameya Ozgur Gundemê Asli Erdogan got, ji destpêka dibistanê ve hînî tirkan dikin ku ji kurdan nefret bikin.
Nivîskar Asli Erdogan ji rojnameya belçîkî Le Soirê re axivî û got, ji destpêka dibistanê ve tirkan hîn dikin ku ji kurdan nefret bikin û lê zêde kir, HDPê ne tê de hemû partiyên li meclise ‘terorîst’ in.
‘Li welatê min pêleke tund a nijadperestiyê heye’
Erdogan herweha got, “Welatê min (Tirkiye) di nava pêleke tund a nijadperestiyê de dijî û ji ber vê jî rewşenbîran bigire heya, werzîşkar û welatiyên ji reze jî piştgiriya hikûmetê dikin.”
Asli Erdogan di sala 1967an de li Stenbolê ji dayîk bûye. Li Zanîngeha Bogaziçiyê endazyariya komputerê xwend, mastera xwe li CERN (Conseeil Europeen pour la Recherche Nucleaire) kir û li Rio de Janeiro dest bi doktoraya fizîkê kir lê nebir serî û di sala 1994an de dest bi nivîskariyê kiriye û heya niha yek jê çîrok 6 pirtûkên wê çap bûne û çendîn xelatên cîhanî wergirtine.