TR KU SO
FB X
Cîhan

Erdogan: Niyeta Sayistayê bas nîne

Admin M
Nivîskar
📅 04 mijdar 2018 00:16

PeyamaKurd- Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan îro di civîna ciwanên Tirkiyê de, axaftinekî kir û biryara Sayiştayê rexne kir. Erdoğan got ku biryar ya bi niyeteka baş nehatiye dayîn û weha dewam kir:

“ Yê ku metna ‘sonda me’ nivîsandiye, ji wan kesaye ku xwestin azanê bi Tirkî bidin xwendin. Bo daxwazên siyasî em ê îznê nedin ku ciwanên welat bikevin nav şerê biratiyê. Ew manzarayên ku piştî biryara ‘sonda me’, em bûn şahidên wan û me bêhtir qewî dike.”

Mijara ‘sonda me’ 8 sal berê ji aliyê rêvebiriya Tirkiyê ve hatibû betalkirin û piştî 8 salan hêj nû Sayıştay biryara danîna ‘sonda me’ ji nûde da. Li ser wê, rêvebiriya Tirkiyê dozê bir dadgeha bilind û li dijî biryara Sayıştayê bi tundî derket. Erdoğan di mijara biryara sondê de weha dewam kir:

“Ew metna sondê ne ya têgihîştina çanda vî milletiye. Ev metna ha yên wan kesaye ku xwestin azanê bi Tirkî bidin xwendin. Sonda me ‘sirûda îstîqlalê’ ye. Sondeka ji sirûda îstîqlalê xweştir û xurttir heye gelo? Ew dixwazin bi tiştên beredayî ciwanan îdare bikin. Ev biryara han, ez bawerim bi niyeteka baş nehatiye dayîn. Hinek dixwazin jê fêde bibînin.”

Parve bike: