Erdogan: Pêdivî bi leskeriya bi pere heye
PeyamaKurd- Li Tirkiyê bi mehaye ku niqaşa li ser leşkeriya bi bedela pere heye. Li dora 5.5 mîlyon kes li benda biryarêne bê hukumet wê di vê mijarê de çi biryarê bide. Serokkomarê Tirkiyê Tayip Erdoğan jî ragihand ku pêdivî bi vê yekê heye.
Erdoğan îro piştî limêja cejnê ya serê sibê bersiva rojnamevanan da. Lê wê qanûneka mayîn de, bi şert û merc derbixin an wê bo yek carekî qanûn derxin, ev jî kete rojevê. Erdoğan weha got:
“ Wê şert û sînorê leşkeriya bi debela pera, ji sîvîlan bêhtir wê rêvebiriya artêşa Tirkiyê li sere biryar bide. Yanî em ê bi serokerkaniya Tirkiyê re rûnên û biaxifin. Eger serokerkaniya me bêje pêdiviya me bi ewqas leşker heye, em nikarin daxwaza wan bavêjin pişt guhên xwe. Aşkeraye ku pêdivî bi leşkeriya bi bedela bi pere heye.”
Erdoğan got ku dê piştî hilbijartinan wê bi ertêşê re bicivin û biaxifin bê pêdivî bi çiqasî heye, sînorê temen wê çend be û li gor wê dê gavên xwe bavêjin.