Erdoğan serokwezîrê Kamboçyayê Manet qebûl kir
PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan serokwezîrê dewleta Kamboçyayê dawet kiribû û li ser daweta wî serokwezîr Manet li baregeha serokkomariya Tirkiyê ya Îstenbolê, li Dolmabahçe bi merasim hat pêşwazîkirin.
Piştî hevnasîna heyetên her dû dewletan, her dû heyet civînê kirin. Di heyeta Tirkiyê de Hakan Fidan, Burhanettin Duran û Akif Çağatay Kılıç jî amade bûn.
Piştî civînê, Erdoğan di civîna çapemeniyê de got ku Kamboçya ortaxekî Tirkiyê yê girînge û dewam kir:
“Bi taybetî di salên dawiyê de bi Kamboçya re têkiliyên me yên xwurt çêbûn. Li Asyayê ortaxekî me yê xwurt e. Me heya niha alîkariye gihandiye 3 hezar kesan û dê alîkariya me ya mirovî dewam bike.”
Di bin serpereştiya Recep Tayip Erdoğan û Hun Manet de, peymana hevkariya leşkerî îmza kirin. Li ser navê wezîrê karênd erve yê Tirkiyê Tirkiyê Hakan Fidan û li ser navê Kamboçyayê cîgirê wezîrê bergiriyê Prak Sovanna peymanê îmza kirin.