Cîhan
Erdogan tehdîda xwe ya li ser Kurdan didomîne
PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan tehdîda xwe ya li ser Kurdan didomîne û dibêje ew li Efrînê nasekinin deverên din yên di destê Kurdan de dagir bikin.
Erdogan bo çapemeniya Tirkiyê li ser mijara rojevê axivî.
Erdogan got ew li Efrînê nasekinin û dê Tel Rifat, Minbic û Îdlib jî piştre bi dest bixin.
Erdogan ji bo hilbijartinê jî haziriyên xwe dike û gefên li Kurdan didomîne.