TR KU SO
FB X
Cîhan

Erdogan û Pûtîn civiyan: ‘Li ser mijarên giyanî axivin’

Admin S
Nivîskar
📅 02 berfanbar 2018 00:10

PeyamaKurd - Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Lutkeya G20an a Arjantînê civiyan.

Di civîna herdu serokan a îro 1ê Mijdarê de, babetên awayê birêveçûna rêkeftina Idlibê ya Rûsya-Tirkiyê û projeya xeta gaza sirûştî ya Derya Reş hatin rojevê.

Serokomarê Tirkiyê Erdogan piştî hevdîtinê spasî li Pûtîn kir û got, “Derfeta me çêbû ku em li ser mijarên giyanî biaxivin. Dema em axivî hevalên me jî hatin ba hev.”

Erdogan li ser rêwşa Idlibê bal kişand ser girîngiya zîrweya 4 alî ya Stenbolê û diyar kir, “Helbet di wê baweriyê de me gelek gavên em bavêjin hene. Çiqas kin be jî hevdîtina li ser çaçoveya Idlibê rast dibînim.”

Parve bike: