Cîhan
Erdogan û Reîsî mijara Hemas û Îsraîlê gotûbêj kir
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, di pêwendiyeke telefonî de mijara şerê Hemas û Îsraîlê gotûbêj kir.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandina Tirkiyê, Erdogan ji Reîsî re gotiye, divê demildest şer û pevçûn bidawî bibin, lewra ev hem ji bo herêmê hem jî ji bo aştiya cîhanê girîng e.
Erdogan diyar kiriye ku Tirkiye ji bo gihandina alîkariyan bo Xezeyê xebatên xwe berdewam dike gotiye, çareserî bi gavên dualî yên Hemas û Îsraîlê dikare pêk were.
Herwiha di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku gavên ji bo bidawîkirina rageşî û bidawîkirina şer hatine axaftin.