Erdogan walîyê Stenbolê weke saredar sûngir destnîsan Kir
PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku heta hilbijartinê waliyê Stenbolê Ali Yerlikaya weke şaredar şûngir hatiye diyarkirin.
Serokê Partiya Dad û Geşedanê (AKP) Tayyip Erdogan, piştî komcivîna partiya xwe pirsên rojnamegeran bersîvandin. Erdogan da zanîn ku bi biryara Lijneya Bilind ya Hilbijartinê (YSK) dê “sîya li ser hilbijartinên Stenbolê rabe û ew ji bo xurtkirina demokrasiye gaveke girîng be.”
Di hilbijartina 31ê adarê de namzedê Partiya Komariya Gel (CHP) Ekrem Îmamoglu bi ser ketibû û bûbû şaredarê nû yê Stenbolê lê YSKê li ser îtirazên AKPê hilbijartin betal kiribû û biryar danû ku hilbijartinên Stenbolê bêne dûbarekirin.
Hilbijartina nû ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê wê di 23yê hezîranê were lidarxistin.