TR KU SO
FB X
Cîhan

Ereba bombekirî bi wan de teqiya: 37 kes mirin

Admin M
Nivîskar
📅 03 berfanbar 2018 02:05

PeyamaKurd- Li welatê Afxanistanê li parêzgeha Qandaharê çekdarên Talîbanê erebeyeka bombekirî amade kirin da bibin bi hinek deran ve biteqînin. Lê ereba wan bi wan de teqiya û 37 kes ji wan mirin.

Berdevkê parêzgeha Qandaharê Ezîz Ahmed ragihand k udi kampa Talîbanê ya perwerdê de li bajarokê Marûfê erebê amade kirine û bomba teqiyaye. Ezîz Ahmed got ku erebê bo êrîşê bikirina ser baregeheka leşkerî amade kiribûn û di bûyerê de gelek çekdarên din jî birîndar bûne.

Parve bike: