TR KU SO
FB X
Cîhan

Erebistan bo elektrîkê wê ji Iraqê re alîkarî bike

Admin M
Nivîskar
📅 07 nîsan 2019 22:42

PeyamaKurd- Berdevkê wezareta Elektrîkê ya Iraqê Musab el-Muderris ragihand ku 5 roj berê heyetekî ji Erebistan Si’ûdiyê hatiye Bexdayê û behsa hevkariya her dû dewletan bo elektrîkê kirine. Di nava peymanên her dû aliyan de yên herî girîng di mijara elektrîk û enerjiyê de ne.

Muderris weha got: “ Em karsazên Erebistanê dawet dikin bo hilberîna elektrîkê û belavkirina wê da karên xwe li Iraqê saz bikin. Me planên xwe kirine ku hilberîna elektrîkê 3 hezar megawat zêde bikin û bigihînin 18 hezarî.”

Parve bike: